Rojnamevan Arif Qurbanî li bernameyeke radyoyê de eşkere kir ku ewî destxeteke Sedam Husên heye ku nivîsiye rê nedin Kurdan li bajarê Kerkûkê cotkariyê bikin.
Arif Qurbanî got: Li sala 2004 da kitêbekî xwe heye ku nivîseke Parêzgerê Kerkûkê têda heye û dibêje: “Birêz Serok Sedam li peywendiyeke telefoniyê da bi min ragihand, Erebên dîlên cengê Îran – Iraqê divê li Kerkûkê zevî bi wan bê dayîn, lê belê dîlên Kurd û Turkmen nabê zevî bi wan bê dayîn û divê li bajarên navîn û başûr zevî werbigrin.
Li beşeke din de rojnamevan got: Her wiha li Kerkûk taxek ji bo kesûkarên bêserûşûn û serbazan hate çêkirin, lê belê bi ti Kurd û Turkmanek nehate dayîn. Min bi xwe 4 heta 5 hezar belgenameyên te’rîbê li ber dest da heye û ku destnivîsa Sedam bi xwe têda heye û nivîsiye “rê nedin Kurd cotkarî û karkerî li deverê de bikin”.