Nivîsar

Siyasetmedarek mînak: Kemal Ehmed Derwêş

Bi minasebeta 24 mîn salvera wefata sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Suriye Kemal Ehmed Derwêş

Kemal Ehmed Derwêş (Kemalê Ehmed Axa), sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Suriye sala 1996ê dema ku ji bo karek a partiyê bi weseyeta xwe ber bi Qamîşlo ve diçû, li gel siyasetmedar Şêxmus Yusif  di encama bûyerak a trafiqê de jiyana xwe ji dest da.

Gelek kes di dîroka siyasîya tevgera azadiya Kurdistanê de xwediyê rolek girîngin. Ew kes piranî bi kesayeta xwe rengekî didin siyasetê. Kemal Derwêş kesek ji wan bû ku di mercên taybet û nexweş de li rojavayê Kurdistanê rolek taybet dileyizt û bi kesayeta xwe û dilsoziya xwe bibû nimuneyek di siyasetê de.

Ne tenê hevalên Kemal rêz li sekna wî ya siyasî digirtin herweha aliyên dijberên partî û rêbaza wî jî mecbur dibûn rêz li helwesta û kesayta wî digirtin.

Kemal xwediyê kesayetek gelek mitewazî bû. Tu cara sekreteriya PDK-S di kesayeta wî de guhertin çênekir û jiyanek gelek basit dijiya û tu cara nebû xwedi mal û milk. Hemû kesên pêre siyaset dikaran rastiya jiyana Kemal Derwêş baş nasdikiran.

Kemal Derwêş kesayetek li ser rêbaza Barzanî bû. Lê ne wek herkesî ew rêbaz diparasta, gelek bi dilek pakij ,baweriyek bi hêz û hijêkirinek bê sinor rêbaza pîroz diparast  û dixwest herkesê behsa vê rêbazê bike dirust be û tu cara rasta çewtiyên siyasî nebe.

Kemal xwediyê dilek pakij bû, tu cara di siyasetê de fen û fît nedikiran û ji hemû awayê leyiztikên siyasî , ji durûtiya siyasî dûr bû.

Hemu kesên ku pêwendî li gel Kemal Derwêş heyîn vê rastiya wî dizanîn. Heta gelek cara me ji bo vê dilpakija wî ku hinek kesan hewldidan vê yekê îstiklal bikin ew rexne dikira.

Kemal Derwêş mirovek min nêzik bû. Ji bo vê jî heta wek îro jî min 4 rêz ji bo wî nenivîsaniye.Ji ber ku li herêma me û beşek mezin li herêma Botan gotinek heye ku dibêjin: “ Nabe mirov wesfê xwe û mirovên xwe bide. Bihêle bila hinek din rastiye mirov bêjin “ Yanî bi kurtahî tuzek şerme ku mirov wesxe û mirovên xwe bide. Lê di 24 saliya wefata wî de min xwest bi kurtahî behsa Kemal Derwêş bikim. Ji ber ku rastiya xwe de îro em dibînin çikas pêwistî di van kesayetan heye û taybetî  li rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de çikas valahiya van kesayetan dixweyê.

Kemal Derwêş tu cara di rêbaza li ser siyaset dikira de çep û rast neçûye. Her demî vekirî baweriyên xwe ji heval û dostên xwe re par vedikira û guhdarek baş bû jî.

Mirov dikarê bêje ku Kemal aşikê rêbaza Barzanî bû. Bi kesayeta xwe a berz û awayê jiyana xwe nimûneyek a mezin ji bo hemû kesên ku ev rêbaz diparast bû.

Îro 24 saliya wefata Kemal  de mirov behtir valehiya wî dihese û her gava behsa rojavayê Kurdistanê tê kirin û rewşa PDK-Sê tê nirxandin Kemal dikeve bîra mirov.

Gelo di roja me de awayek pêwist Kemal Derwêş tê bi bîranîn? Yan jî piştî wefata wî bi awayek pêwist salvegerên wefatên wî de giringiya ku wî heq kirî tê dayîn?

Ev pirs ji hemû kesekî ye ku li gel Kemal Derwêş siyaset kirin û herweha taybetî ji bo rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye. Dixwazim hinek vê pirsê radestî berpirsên PDKê bi xwe jî bikim.

Kemal Derwêş bi kiryar û  siyaseta xwe ya dilsoz û pakijiya girêdana rêbaza pîroz a Barzanî dê her tim li bîra min be.

3.11.2020

Dara Bilek

Back to top button