PolîtîkRojev

Nakokî li ser sê beşên danûstandinan hene

Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Neşet Zaza derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û û PYNK de ragihand ku nakolî ser sê beşên danûstandinan hene, lê ew nabin sedem ku proseya danûstandinan were ragirtin.

Ev bû çend roj in ku şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê ye û tê gotin, ku ji ber çûna nûnera Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê Zehra Bêlî, danûstendinên ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYNK) bi demkî rawestiyane.

Herî dawiyê Endamê serokayetiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji Rûdaw re gotibû, ku dê danûstendinên wan berdewam bin û ne daxwaza wan e ku Rêveberiya Xweser hilweşe, heta ku ew tevlî bibin.

Endamê Desteya Rêveberiya PDK-Sê Neşet Zaza beşdarî bultena taybet a bi Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê bû û tekîldarî danûstandinên Kurdî-Kurdî  yên ji bo yekrêziya aliyên Kurdî taybetî van mijara axivî.

Neşet Zaza ji Rûdaw re ragihand, ku nakokî li ser sê beşên danûstandinan hene, hinek jî girêdayî hebûna ENKSê di nava Rêveberiyê de ne.

Bi gotina Neşet Zaza nakokiyên din jî girêdayî helwesta siyasî ya ENKSê di derbarê babetên girtiyan, sîstema perwerdeyê û babeta Pêşmergeyên Roje de bûne.

Endamê Desteya Rêveberiya PDK-Sê amaje bi wê yekê jî da ku ew ne dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ne lê pêwîst e lihevkirin li ser hebe û rêbazeke xwendinê ya guncaw bê danîn.

Neşeta Zaza herweha diyar kir, pêwîst e rêz li biryarên Rêveberiyê bêne girtin û biryarên Rêveberiyê, Kurdên Rojava bidin û ew xwe birêve bibin ne ku kadroyek ji derve kontrola biryarên Rêveberiyê bike.

Back to top button