Polîtîk

Siyasetmedarê Kurd Samî Şoreş koça dawî kir

Berî nîvroya îro Endamê Parlemena Iraqê Samî Şoreş ji ber nexweşiya dil koça dawî kir.

Mihemed Mela Qadir Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand: Berî nîvroya îro kadirê diyarê Partiya Demokrata Kurdistanê Samî Şoreِş li nexweşxaneya Navenda Neştergeriya Dil a Kurdistanê koça dawî kir.

Samî Abdulfetah bi navê Samî Şoreِş kadirekî diyarê Partiya Demokrata Kurdistan bû û li kabîneya çarema Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Rewşenbîrî bû. Piştî hilbijartinên Parlemena Iraqê berbijarê yekê yê Hewlêrê bû li lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê.

Em jî bi navê sernivîskar û hemû xebatkarên malpera Rojeva Kurd serxweşiya xwe pêşkêşî hemû Endamên Partî (PDK) û malbata xwedê jê razî dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike.

Back to top button