Polîtîk

Barzanî: Daxwazên kurdan hatin qebûlkirin

 
Mesûd Barzanî, îro di civîneke rojnamegeriyê de ku ji aliyê medyaya ereb û cihanî ve resterast hate weşandin, got, “Rêberên Lîsteya el- Iraqiyeyê di dawiya civîna duhî ya serokên hêzên sereke yên Iraqê de bi berpirane tevgeriyan û biryar dan beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin.”

Barzanî da zanîn ku maqamên girîng bi ser hêzên siyasî de bi awayekî dadperwerane hatin dabeşkirin û tê çaverêkirin hikûmeta nû di nava mehekê de bê pêkanîn.

Derbarê çawaniya dabeşkirina her sê serokatiyên Iraqê de jî got, “Serokomarî ji bo kurdan Serokwezîrî ji bo Hevpeymaniya Niştîmanî û Serokê Parlamentoyê ji bo Lîsteya el- Iraqiyeyê yekalî bûye. Maqama Civata Niştîmanî ya bo Siyaseta Stratejîk jî dê ji Eyad Ellawî re bê dayîn.”

Derbarê meseleya fişarên DYAyê yên bo destberdarbûna kurdan ji serokomariyê jî Barzanî got, “Tevî ku têkiliyên me yên digel DYAyê bihêz û dostane ne, lê pêdivî ye amaje bi wê çendê bê kirin ku Iraq dê di nava xwe de arîşeyên xwe çareser bike. DYAê li dijî rêkeftina ku niha hatiye kirin nîne. Bêguman fişarên navdewletî û herêmî hebûn lê çareseriya arîşeyên Iraqê li Hewlêr, Bexda, Besra û Mûsilê ye.”

Serokê herêmê her weha mesaja xwe gihand xelkê Herêma Kurdistanê û got, “Em wek kurd şanaziyê bi wê dikin ku me aliyên iraqî nêzî hev kiriye. Şanazî ye ji bo me wek kurd, bûne egera çareserkirina arîşeyên di navbera aliyên siyasî de. Birayên me li Iraqê hemû, rêzê li helwesta me digirin.”

Ji bo daxwazên kurdan jî Barzanî got, “Hêsantirîn xalên ku rêkeftin li ser hatiye kirin yên têkildarî Herêma Kurdistanê bûn. Karnameya 19 xalî ya Herêma Kurdistanê hate qebûlkirin.”

 

 

 

 (AKnews)

Back to top button