Li Şirnexê teqîn : Zarokek mir û yek jî brîndar bû

Li navçeya Şirnex Hezexê di bexçeya xaniyekî de teqînekî pêk hat û di encama teqînê de Rûjiyan Îdem (6) jiyana xwe ji dest da û brayê wê yê Beşîr Îdem (4) jî bi awayekî giran brîndar bû.

Li gor îdiayê li mezraya Kovakê ku girêdayiyê navçeya Hezexêye,dema ku Rûjiyan Îdem û brayê wê Beşîr Îdem di baxçeya mala xwe de dilihêzîbûn û ji nişka ve teqînek çêbû.Di teqînê de Rûjiyan jiyana xwe ji dest dida û brayê wê Beşîr jî bi awayekî giran brîndar dibe.

Beşîr Îdem ji aliyê ambulansekî ve ji nexweşxenaya Dewletê Cîzirê re hatiye rakirin

Piştî teqînê berpirsyaran hatin gund û li ser bûyerê lêpirsînek dan destpêkirin û li ser teqînê jî lêkolînek dikin.

Nerîna min :