Polîtîk

Kart:Perwerde bi zimanê dayîke mafeke

Parlementerê CHP-ê yê bajarê Konyayê Atila Kart, di derbarê perwerda bi zimanê kurdî dîtinên xwe gotin. Kart di parlementoyê de konferansek rojnemevanî pêkanî û bersiva pirsên rojnemevanan da. Rojnemevanekî li ser perwerda zimanê kurdî  pirsek jê kir.

Atila Kart di bersiva xwe de got: Perwerda bi zimanê dayîkê mafeke ku divê ji bo hevwelatiyan hebê. Divê ev yek di destûrê de cîh bigire, niha destûr rê nade vê yekê, ji bo vê jî divê madeyên destûrê yên ku astengin bêne guhertin. Pêwîste ku em guh bidin daxwaz û pêşniyarên hevwelatiyan. Eger zimanê tirkî wek zimanê fermî tu zererê nebîne, bila zimanê bi kurdî jî perwerde hebê.

Back to top button