Civak

Sirri Sûreya Onder jiyana xwe ji dest da

Cîgirê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê û Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEMê Sirri Sureya Onder ku ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyê û piştî emeliyatê di beşa lênêrîna giran de dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Önder, di dema lênêrîna giran de bersiva dermankirinê nedabû û rewşa wî ya neurolojîk xirabtir bûbû, îro demjimêr 16.10an de jiiyana xwe jidest da..

Daxuyaniya ku ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye dayîn wiha ye:

“Birêz Sirrı Süreyya ÖNDER di 15ê NÎSANA 2025an de saet di 22.41an de, bêhiş, sekinandina nefes û dil de, û di bin masaja kardiopulmoner de, bi ambulansê anîn nexweşxaneya me.

Nexweşiya ‘Disection a Aortê’ lê hat teşhîskirin û emeliyata Bentall (guhertina valva aortê û guhertina aortaya hilkişîner) û emeliyata bypassa damarekî yekane lê hat kirin. Piştî emeliyatê, di bin çavdêriya ECMO (amûra piştgiriya dil) û dermankirina giran a bijîşkî de li yekîneya lênêrîna giran, aramiya hemodînamîk a nexweşê me hate bidestxistin. Rewşa neurolojîk a nexweş xirabtir bû û jiyana wî di xetereyê de bû, û ew ket nav têkçûna organan de.

Birêz Sırrı Süreyya Önder di 3ê Nîsanê de saet di 16.10an de ji ber têkçûna pir organan di roja 18emîn a şopandin û dermankirina wî de li beşa lênêrîna giran a me jiyana xwe ji dest da.”

Back to top button