Civak

Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê şand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxî li malbat, dost û hevalên Sirri Sureyya Onder kir û xwe wek hevparê xemên wan da zanîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Gulana 2025an peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya parlamenterê DEM Partiyê û endama Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyamê de hatiye: “Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî, parlamenterê diyar ê DEM Partiyê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, ez pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata wî ya birêz û dost û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê kir ku Sirri Sureyya Onder, “dostê kevnar ê gelê Kurd û xebatkarekî naskirî yê proseya aştiyê bû li Tirkiyeyê û roleke karîger û nayê jibîrkirin di bihêzkirina biratî û lihevkirina di navbera her du gelên Kurd û Tirk de lîst.”

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Xwedayê Mezin giyanê Sirri Sureyya Onder bi behiştê şad bike û sebir, aramî û dilniyayê bide hemû aliyan.”

Sirri Sureyya Onder, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ku di heman demê de endamê Şanda Îmraliyê bû, îro 3ê Gulanê piştî 18 rojan mana li nexweşxaneyê, koça dawiyê kir.

Sirri Sureyya Onder di sala 1962’an de li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû û li Zanîngeha Enqereyê beşa Zanistên Siyasî xwendibû.

Back to top button