Polîtîk
Roja yekşembê PKK kongreya hilweşandina xwe lidartêxe..!

Ji bo kongreya PKKê gelek texmînên cuda hene. Dê kengê PKK kongreya xwe li darbêxe û biryara fesihkirina xwe bistîne. Di vê derbarê agahiyên ji nava AK Partiyê tên balkêşin. Li gora gahiyan ji nava AK Partiyê têne, dibin ku, ihtimala mezin dê rêxistin dawiya vê hefteyê kongreya xwe lidar bêxe.
Ji aliyek din li gorî Serokê MHPê Devlet Bahçelî, bendewariya partiya desthilatdar ew e ku rêxistin di 4ê Gulanê (sibê) de kongreya xwe ya navendî li dar bixe û biryara xwe ya hilweşandinê roja Duşem an Sêşemê (5-6ê Gulanê) ji raya giştî re ragihîne.

