Sipas PKK/PYD

Nivîskarekê kurd ji başûrê Kurdistanê behsa helwesta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD) li hemer pêşmergeyê Kurdistanê dike û dinivîse ku, her kes li hêviyê bû dema pêşmerge ji Kobanî vedigere PKK-PYD bi daxuyaniyekê fermî sipasiya Pêşmergeyê Kurdistanê û sipasiya serokê Kurdistanê bikin û pêşmergeyên beşdarî di azadkirina Kobanî de kirî bi merasimeke bijarte ber bi başûrê Kurdistanê bi rê bikin.

Nivîskar Rizgar Kêsteyê di nivîsa xwe de ku, li malpera War de hatiyte weşandin, dinivîse:

Lê gelo ew hêza leşkerî-siyasî PKK/PYD yaku pêşmergeyê Kurdistanê bo dema heşt meha mil bi milê wan şerê DAÎŞ kirî û ew ji şikestineke mosger rizgar kirîn, çima wan her du hêzan îro weke Neaman serê xwe kiriye di bin xîzî ve û deng ji wan nahêt û di dilê wan re nahêt bi du peyvan jî sipasiya pêşmerge û serokê Kurdistanê bikin?

Em hemû li bendê bûn ku, dema pêşmerge ji Kobanî vedigere, ew (PKK/PYD) dê şahî û merasimên mezin ji bo birêkirina pêşmerge saz bikin û birêz û viyaneke mezin wan qaremanan birê bikin. Lê heyf ne bes ev yek çê nebû,  li şûna wê, peyvdarê wan hêzan got: Haya me ji zivrîna pêşmerge nebû! Diyare hevalê hevalan li pişta berê Kerr bû, lewma haya wî ji vegera pêşmerge nebû.

Nivîsakr dibêje ku ew teserifa wan hêzan kirî gelek ji rewşt û exlaqê kuredwarî dûr e û ew teserif ne sîfetê kurdan e:

Ez dê tştekî bêjim ku, ev sîfete bi çû awayî ne sîfetê kurdan e, çunkî kurd çû caran hosa nankor û pisîka çav niq nebûne. Herdem li hember qanciyê û helwestên camêrane sopasdar bûne, lewma ez carek din dibêjim sipas PKK/PYD we ji bo hemû kurdan careke din îspat kir hûn kîne  û nasnama we çiye.

Nivîskar dinivîse ku, di meha çiriya pêşîna sala çûyî de helwestekî neteweyî û dîtokî tomar kir ku, hindî dîroka miletê kurd heye dê şanaziyê pê bike. Dema Kobanî li ber ketinê bû, serok Barzanî bi bizav û xebateke mezin Amerîka û hêzên hevpeymanan razî kirin ku, li dijî DAÎŞê bi hêza asmanî piştevaniya kurdên rojavayê Kurdistanê bikin. Di heman demê de Tirkye razî kir ku, rê ji hêzên pêşmergeyê Kurdistanê re bide di nav axa Tirkiyeyê re biçin di hewra birayên xwe li rojavayê Kurdistanê:

Lê mixabin, ew hêzên siyasî û leşkerî yên pêşmerge di hewara wan çûn û metirsiya DAÎŞ li ser wan û tevaya rojavayê Kurdistanê dûr xistîn, ne bi tenê sopasdar nebûn, lê belê ji gev û daxuyaniyên xwe yên li dijî yekêtî û hevgirtina kurdan bi taybetî li dijî başûrê Kurdistanê her berdewam bûn.

Nêrînek

  1. Hezar carî mixabin ku, hê jî ronakbîrên me yên wekî kekê Rizgar Kêsteyî jî, PKKê û yên derdora wê, wekî rêxistinek Kurd/Kurdewar dinirxînin û hê jî berê hindik Kurdan didine vê derdorê..\r\n\r\nRastî jî em hî jî pîvanên merîtîyê, ango pîvanên Kurdewarîyê gumane nizanin.! Pîvan ew e;parastina serxabûna Kurdistanê ye.!

  2. Bi Rej Rizar.dema ku Pesmerge. 29.10-2014 Bere xwe da Kobane Ez ji bixwe min Ew li Qosere peswazi Kir. Per heba Eme Pen Bi Firya.Ji ber Tu sedememe Giring hebu ? Yek Me Got Eger sembolikbi ji vaya we Bibe yekitiya Her Dindik Se Bese Kurdistane. an Duda ji. Pewistiya YPG u YPJ bi Cek cebilxane Giran Hebu u Hin ji Heyi. Mersele ne tne sedi Penci pesmerge herin Kobane ser Bike.Zaten tera xwe YPG u YPJ serki dike.Heri Di Asta Bilinde Berxwdan Dikir u Hin ji Dike.. A din Hin Kobani bi Temami Rizgar nebuye Hun Dibine her Roj Sehida Dide u DAIS e ji bi Dehan Dikuje.Hatina Pesmega Erka netewi bu le Vegera wan. ew Erka wan Hin tevdi bi dawi nebu bu?ji Nivska .bi Biryareka Hikumeta bajure kurdistane Sunde hat vegerandin.

  3. lı gormı dıxebata pkk/pyd de nerine ki Kurdewari tıneye.xebata we xebata ki ideolojike.ew ideolojiye go dıpareze ji dı roje irode tekçuye.devleteke vek rusya,dev jeberdeçine dev jıberde.çawa hızbeki partizane u dıjmıne netewa xwe we bıkarıbe dı roj hılata navinde we bıkarıbe ideolojiye( lıgör wa)sosyalizme bıkarbinin.dı roja irode siyasete diplomasiye u tevgereke yekgıtu u netevayi ancak bıserkeve u berjewendiye gele KURD bısexe.pkk/pyd jı endame partiye xwe pede kesi nasnake jıber we yeke hinkidi jere karjibıke sıpası jere nake.we çıma jıbo peşmergeye kahraman bıke.serkevtına peşmerge ji jıxwere dıke rumeti.jıbo we ye eminayi lı pkk/pyd naye.\r\nbiji KURD \r\nBİJİ KURDİSTAN\r\nBİJİ PEŞMERGE U kAHRAMANE ŞERVANE KURDİSTAN

Nerîna min :