Cîhan

Amadekariyên azadkirina Mûsilê

Di berdewamiya serdanan xwe de bo Amerîkayê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, roja 07.05.2015ê li Waşîngtonê digel wezîrê bergiriyê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê û berpirsên balaya Pentagonê civiya û di civînê de tekîd li ser pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê hat kirin.Di civînê de ku, Martin Demsî serokerkanê hêzên Amerîkayê jî amade bû, wezîrê bergiriyê Amerîkayê Aşton Karter got ku, ew dê di ware pirçekirin û meşiq û rahînan pêşmergeyê Kurdistanê de berdewam bin û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şer li dijî çekdarên terorîstên DAÎŞê bilind nirxandin.Serokê Kurdistanê û wezîrê bergiriya Amerîka behsa hevhangiya navbera Kurdistan, Amerîka, Îraq û hêzên hevpeymanan ji bona rûbirûbûna terorê kir û behsa amadekarî û pilana azadkirina bajarê Mûsilê û çewaniya hebahengiya di navbera pêşmerge û hêzên Îraqê de hat kirin.

Back to top button