Nivîsar

Şingal di serokatiya Barzanî de bi destê Peşmergeyên Kurdistanê hate azadkirin

Di derbarê azadkirina  Şingalê de ji deste çeteyên DAÎŞê, gelek spekalasyon têne kirin, cîhan hemû dizanê ku, Şingal çewe bi deste kî hatiye azad kirin. Kesek wek xelkê Şingalê vê rastîyê nizanê. Lê mixabin PKK tevlî dûvkên xwe yên milîsên Heşda Şeibî hêja îdia dikin ku wan Şingal azad kiriye û di vê derbarê de nûçeyên derew û dezenfarmasyona belev dikin.

Qonaxa azakirina Şengalê de, ji bilî kanalên Televizyonên Rûdaw, K24 û Kurdistan TV tu kanalekî din nekarî nûçeyan bide. Ji ber ku ev hersê kanal bi tene li qada şer de bûn û nûce gav bi gav dişopandin û radigihandin. Kanalên biyanî di vê derbarê de nûçeyên ku diweşandin ji van kanalan werdigirtin.

Lê wek her carê tene kanalên PKKê  nûçeyên derew û weneyên arşîvan de radigihandin ku li deverêne. Roja ku Şingal azadbûyî, azadkirina Şingalê ji aliye serok Barzanî ve li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê sere Çiyayê Şingalê bi rêya kanalên Kurdistanî ji cîhanê re bi zîndî hate ragihandin.

Herkes vê rastiyê dizane , lê mixabin siyaseta ku di behra xeyalan de hewldide rastiyan veşêre ji dev helwesta dijberiya azadkirina Kurdistanê bernade.

PKK ew hêze ku, li Şingalê çekdarên xwe hemû kirine di bin xizmeta Milîsên Îranê Heşda Şeibî de û heta cilû bergên wan li ber xwe dikin û ew miaşxwerên Heşda Şeibî û bi vê yeke ve girêdayî yê Artêşa Iraqê ne.

PKK bi salane vê dûrîtiya xwe ya siyasî bi miletê Kurd dide qebûl kirin. Bi awayek din miletek kiriye dîlê siyaseteka li ser derewa hatî avakirin.

Misyona PKKê ya bingeh dijitiya dewletbûna Kurdistanê ye û tene ji bo vê yeke jî dijitiya nûnerê vê xetê ya PDKê dike.

PKK li Tirkiye ji aliye dewlet a kûrve hatiye damezirandin , li Suriye bûn deste hukumeta Şamê û dest berdan nav tevgera kurd û îro her Kurdek encama vê siyaseta xirab dibine. Heta li rojavayê Kurdistanê Ala Kurdistanê bilind nebe û Navê ku PKKê lê kirî ji holê ranebe û navê wê wek Rojavayê Kurdistanê neye qebûl kirin, ew tê wateya xiyanetê li himber gele Kurdistanê û xaka wan.

Li Îranê bûn dîlê siyaseta rejimek kevneperest û dijê hêzên Kurdistanê şer dikin.

Niha  gerek li vê dere behsa rastiyekî bê kirin. Di vê helwesta çewt a PPKê de rolê hinek aliyên Kurdistanî heye. Heta radeyekî piraniya partiyên Kurdistanî di vê siyaseta dijberiya Kurdistanê ya PKKê de xwedî behrekine.

Ev babetek gelek taybete ,lê divê bê rojevê û minaqeşekirin. Heta ku aliyek siyasî rastiya PKKê nebine nikare pêşiya xwe jî bibine.

Fermo roja Şingal Azad bûyî kî azad kir û kî ev mizgînî ji bo gelê Kurdistanê ragihand:

Nêrîn / Şirove

Back to top button