Nivîsar

Silêmanî û du pirsgirêk

Du pirsgrêkên mezin li Silêmaniyê hene, divê Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) bi zîrekane, dilfrehî û zanabûn serederyê digel wan her du arîşeyan da bike.

1- Azadiya raderbirrînê.

2- Pere û piroje.

Yekem:

Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê (YNK), bi zanabûna xwe û bi çavdêrî û şîretên Îranê û serederya Îranê digel medyayê û azadiya raderbirrînê da, Silêmanî wesa bêdeng kriye ku deng jê derinekeve. Bêyî agadarî û îzna YNKê û dezgehê Zaniyarî kes newêre baxve yan jî binvîsiye.

Xelkê vê deverê gelek yê bihênteng kirîye, deng û îskên wan yên disînga wan da hêlayi an jî yên xendqandîn.

Kengî wan maf heye baxvin û tşitekî bêjin û bêhna xweberden? Hîngê dikarin dema ku li dijî PDKê diaxvin û wê tawanbar bikin.

Ew perîşan, li bendê dimînin ku tişitek yan bûyerek li Hewlêrê yan li Dihokê biqewme, hîngî wan maf heye, baxvin, binvîsin, hawar biken, kongereyên binav rojnamavanî girêbiden, semînaran bigêrin. .. .. Aniko dilê xwe hûn biken û hemî ax û oxên xwe bi wî rengî derbêxin.

Belê, eveye rewşnbîrî, lêhatin û derbirrîna raya azad

Duwem: dirav û muçe û piroje.

Dibêjn, pişitî sala 2003ê heta niha, 55 miliyar dolar ji Bexdayê hatine Silêmaniyê, eve ji bilî wî pereyê reḧmetî Mam Celal birêya serokkomariyê ji bo YNKê dihinart û ji bilî dahatê gomirk û bacên navxweyî.

Lê ya ji hemiyê giringtir jî firotina Kerkûkê li 16 oktobera 2017 da, bi bazarekê bi guman û qirêj!

Lê arîşe li vêre, ne pere û dirav e. Her cihekê dibin desthelata îranê da be, divê ew dever abûna xwe û baca xwe bi Îranê bide. Anko zêreseryê bide Îranê beramber ku Îran wan ji djminên wehimî biparêze. Weke mînak, parastina YNKê ji PDKê.

Îran bi miliyaran dolaran ji Îraqê distîne û pêwîstiyên xwe bi dolarê Amerîkî dabîn dike û Îran jî xwe ji ambargoya tunda Amerîkayê xilas dike û berdewamiyê bikar û pirojên xwe li Rojhellata navîn dide û minnet bi Amerîkayê jî nîne.

Hellbet, YNK û zona kesik jî ji vê abûne û baca bi Îranê dide dibêpar nîne û zêreserya xwe ji para xwe pitirê dide, loma, çi pere ji xelkî Silêmaniyê ra namîne û projên wan jî bi rêve dimînin û xwe li beramber PDKê jî qels dibînin. Hevberî di navbera Dihok û Hewlêrê û Silêmaniyê da jî nahête kirin.

Ji ber hindê, hem di warê azadiya mediyayî û deravî da, çavê devera kesik li devera zere. Eger PDK jî hindek ya nerm nebe, dê rewşa birayan li wê deverê hêşita aloztir lê‌hêt.

Pêwîste, PDK, aramtir, zanatir, bênfirehtir û sîngvekrîtir serederyê digel xelkê me yê Silêmaniyê da bike û bi çavekê vekirîtir li wan jî binêre û hestê bi bargraniya YNKê û zehimetiya xelkê wêrê bike.

Encam, em hemî kurd in û bira ne!

Mihyedîn Zêwkî
2021-02-28

Back to top button