Polîtîk

Silêmanî bû cihê hevdîtinan

Hevserokên BDPê Selahattin Demirtaş û Guleten Kişinak, heserokên KCD Ahmet Turk û Aysel Tugluk û perlementerê BDPê ALtan Tan vê sibehê zû bi balefirê ji Stanbulê çûn bajarê Silêmaniyê.

Li pirsekî Selehatin Demirtaş got: Eger bernama wan dest bide wê serdana Hewlêr jî bikin. Da ku hinek berpirsên hukumetê bibînin û li ser rewşa heyî danustanê bikin.

Herweha li ser pirsekî Demirtaş got kesek ji vê heyetê hevdîtina li gel Qendîl nake.

Tê zanîn ku PKK di vê pêvajoyê de naxwaze civînên ku ji bo pêvajoya Îmralî li gel MITê li Hewlêr çêbibe. Dema heyetek bilind ji YNKê serdana Tirkiye kirî ev pirs jî di rojeva bingehîn de bû.

Niha jî daxuyaniya Selahattin Demirtaş ya ku dibêje:“ Eger bernama me dest bide emê serdana Hewlêr jî bikin “ gelek balkêşe.

Back to top button