Civak

Generalek din hate girtin

 
Hate ragîhandin ku Orgeneralê teqewîd ê Hêza Bejahiyê Erdal Ceylanoglu ji aliyê dadgehê ve hate girtin û berê wî dan girtîgehê.

Li ser Doza 28ê Sibatê dema ku Ceylanoglu hatiye girtin pê re tumgeneralekî teqewid bi navê Yucel Ozsir jî hatiye girtin.

Erdal Ceylanoglu di 1945an de li bajarê Qeyserê hatiye dinyayê. Di 1966an de Mekteba Bejahiya Şerî û 1967an de jî Mekteba Piyadeyan qedandiye. Sala 1976an de jî Akademiya Şer a Bejahiyê kuta kiriye. Di gelek karên cuda yên leşkerî de berpirsyarî wergirtine û di 1992an de jî bûye Tuggeneral, di 2002an de jî bûye Korgeneral.

Piştî ku Komutanê Hêja Bejayî des tji kar kêşaye, ketiye şûna wî. Bi xanimek bi navê Şule re zewicî ye û bavê du zarûkan e. Roja 29ê Temmûza 2011an jî li ser daxwaza wî, teqewîd bûye.

Back to top button