Civak

Nameya KOMJINê bo Balyozxana Komara Tirkiyê

Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN, bo pişgiriya Macîde Senem Çamlibel nameyek şande Balyozxana Komara Tirkiyê ya bajarê Essenê li bajarê Elmanyayê.

Wek tê zanîn, Balyozê Komara Tirkiyê nameyek bo Birêvebira Dibistana Seretayî ya  Friedens-Grundschule li bajarê Dortmundê şandib û giliyê mamostaya zimanê Tirkî ya Kurd Macîdê Senem Çamlibel kiribû. Nameya balyozxanê da hatibû îddia kirin, ku Senem Çamlibel di dersê de nexşeyek nîşanî zarokan kiriye, ku tê da parçeyek Tirkiyê wek Kurdistan hatiye destnîşan kirin. Nameyê da her weha hatibû nivîsîn ku Çamlibel gotiye ku dewleta Tirk li ser Kurdan siyaseta kolonyalîzmê dimeşîne.

KOMJIN di nameya servekirî ku şandibû balyozê de da zanîn ku beriya wan îddian divê rastiya bûyeran bên zanîn, ji ber ku nexşeya ku hatiye nîşankirin di pirtûka Tirkiya Nû (Yeni Türkçe) ya ji aliyê Mete Altay ve hatiye nîvîsîn û ji aliyê weşanxana Onel Verlag hatiye çapkirin. Di nameyê de her weha tê gotin ne tenê hatiye serê Senem Çamlibel, lê belê bi giştî serê mamostayên Kurd. Ji ber ku li gor berpirsiyarên dewleta Tirk, tenê Kurdbûn sedemek e bo sûcdariyê.

KOMJIN her weha pît kir ku Senem Çamlibel ne di dibistaneke Tirkiyê, lê belê di dibistaneke Elmanî de mamostatiyê dike û mafê balyoza Tirkiyê nîne ku têkilî li kar û xebata dezgehên Elmanî bibe. KOMJIN helwesta balyoz protesto kir û da zanîn, ku bi her awahî pişgirî dide Macîde Senem Çamlibel û hemû mamostayên Kurdî.

KOMJIN her weha nameyek bi zimanî Elmanî bo Buroya Dibistanan ya bajarê Dortmundê re şand û pişgiriya xwe bo Çamlibel eşkere kir.

Back to top button