Herî baş kurd înternetê kartînin

Di cîhanê de bi karanîna înternetê û pêşdebirina teknolojiya karanîna înternetê gelek tişt guhertin û pêwendiya di nava insanan de gihand astekî gelek bilind. Heta radeyekî naveroka pêwendiyan jî guhert.

Li ser înternetê û karanina teknolojiya nû gelek lêkolîn têne kirin û encamên balkêş derdikevin holê.

Li Tirkiye Zanîngeha Bahçeşeîrê Dr. Burçe Çelik li ser vê babetê lêkolînek kir. Babetê lêkolîna Dr. Burçe Çelik “Bi karanina înternetê, medya nû, azadiya înternetê û pêwendiya xelkênTirkiye li gel teknolijiyê“ bû

Li gora vê lêkolîne derket holê ku li Tirkiye herî baş kurd înternetê kartînin.

Dr. Burçe Çelik behsa kurdên ku xwedî perspektifek modern dike, dibêje  van kurdan perwedeyek baş dîtine ew naxweazin wek kesayetên asîmîle kirî bêne naskirin. Li bajara dijîn û hewldidin di malên xwe de kurdî diaxêvin.

Rojana Akşamê li ser vê lêkolîna balkêş li gel Dr. Burçe Çelik hevpeyvîne kiriye. Di hevpeyvînê de ev pirs ji Dr. Burçe Çelik tê kirin.

Hun dibêjin kurd ji di nav wan grubên înternetê herî baş kar tînin de cîh digirin. Ji bo çi?

Dr. Burçe Çelik

 

Dr. Burçe Çelik: Di cîhana medya nû de grubên ku muxalefetê dikin herî baş înternetê kartînin. Ji ber ku xwe axad dibînin û agahdarî zû belav dibe. Min lêkolînek kir ku “ Kurd çewe înternetê kar tînin“ ji bo vê ez giham vê encamê. Lê wek hêjmar ez nikarim  pişterast bikim.

Dawiya  salên 90î ve kurdên siyasî bi awayek aktîf dest karanîna teknolojiya nû kirin. Wê demê pêwendiyên Tirkan û Kurdan gelekî bi tundbûn.

Lê despêka salên 2000 an di derê kurdên siyasî em dibînin ku di nava gencan kurd de karanîna înternetê û teknolojiya nû gelek belav bû. Ew ji aliyekî dixwazin “ nijadperestiyekî “ wek ji “ fikra qewmiyetiya“kurd xwe xilas bikin û ji aliyêk din naxwazin asîmîle bibin.

Piraniya van kurdan perdeyek baş dîtine, di malên xwe de kurdî diaxivin û ev wek kurdên modern têne navkirin.
Yanî ne tenê di warê siyasetê de, li gora cîhana modern mecalê dide , ew dixwazin nasnama xwe bêxin holê,ji muzîkê, ji estetîqê û di warê sinemayî de jî xwe pêşve dibin.

Divê herkes li ser vê rewşa van kurdan lêpirsînekî bike.Ev yek tê wateya ku diyalog bête danîn û insan sivîlîze jî bibin. Yanî ne tenê lêdan û xira kirin lê derdên din jî hene. Ev kes di siyaetê de nayên temsîl kirin.

Nerîna min :