Polîtîk
SHK hêvîdare Iraq derketina ji benda 7 aram bibe
Îro Serokayetiya Herêma Kurdistanê (SHK) bi navê peyvdarê fermî daxuyaniyek belav kir û daxuyaniyê de dide zanîn ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê hêvîdare derketina Iraq li jêr benda heftem bibê sedema aramiya Iraq û navçeyê, eve jî naveroka peyamê ye:
Roja (27) Hezîran 2013 Encûmena Asayîşa Navdewletî biryara hejmar (2107) pejirand ku taybete bi derxistina Iraq li jêr benda hefta mîsaqa Neteweyên Yekgirtî.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê hêvîdare derketina Iraqê li jêr benda heftem bibê sedema çespandina aştî û aramiya gelê Iraq û navçeyê
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
28.06.2013