PYD Amûdê dişewitîne
PYD li Amûdê kurd, endamên partiyên siyasî kuştin. Li ser bûyerên Amûdê û hinek deverên din yê Kurdistana Rojava, Rojeva Kurd li Amûdê li gel xelkê kiset kir. Agahdariyên herî dawî jberpirsek herêmî yê PDKS(El Parti) dide Rojeva Kurd.
Berpirsê El Partî behsa bûyera Amûde kir û ev agahdariyên nû dane Rojeva Kurd. Berpirsê El Parti dibêje: Heta niha 6 genc şehîd bûne 50 birîndar hene û hinek birîndar jî birîna wan girane. 100 kes jî ji aliyê hêzên çekdar yê asayîşa ku di bin kontrola PYDê de ye hatine girtin û birine. Hevalek yê partiya me jî di nav şehîdan de ye.
Li Amûdê baregehê Partiya Azadî şewitandin. Baregehê Yekitiyê jî şewitandin û hevalek yê yekitiyê di baregehê de bi lêdanê kuştin.
Berpirsê PDKS dibêje , niha hinek çekdarên Partiya Pêşverû ya Demokrata Kurd (Hemîdê Hecî Derwêş) jî çêbûne ew jî ku gelek hindikin jî tevlî asayîşa PYDê bûne.
Herweha ya herî balkêş di vê erîşa terorîstî ya li Amûdê li gel çekdarên PYDê çekdarên Partiya Pêşvero jî hebûne.
Berpirsê Partiyê dibêje: Ji berî niha hinek ji dezgehên ewlehiya hukumeta Suriye li Amudê xwestin li ser hinek baregehan de bigrin û xelkekî destgîr bike. Lê sernekevtin. Piştî vê bi navê rejimê çekdarên PYDê li gel yên Partiya Pêşvero ev yek pêkanîn. Piraniya çekdaran rûyên wan bi kefiyan girtî bûn, hinekan di nav wan de bi erebî kiset dikiran.
Wek din li gora agahdariyên herî dawî, li Qamîşlo jî êrîş birine ser du baregehên PDKS û berpirsek yê PDKS girtine û li gel xwe birine. Navê berpirsê partiyê Fener e.
Baregehên partiyê şewitandine û Ala Kurdistanê ji ser baregehan anîna xwarê.
Berpirsên PYDê eve çendeke li Hewlêrin û li gel PDKS hevdîtina dikin. Ev hevdîtin di çavderiya berpirsek ji Dîvana Serokatiya herêma Kurdistanê de berdewamin. Lê heta vê gavê jî di derbarê van hevdîtinan de tu daxuyaniyên fermî ji raya giştîre nehatine ragihandin.
Berpirsên PYDê dibêjin em ji van bûyeran ne agahdarin. Başe ew ne agahdarbin kî fermana kuştina gencên kurdan dide çekdarên wan.
Herweha mirov hêviyêne ku Partiya Pêşvero jî di vê derbarê de agahdariyekî bidin. Wek din di nav vê bûyerê de li gora hêza xwe cîh girtine û kêmasî wek PYD ew jî berpirsiyarin.
Li Hewlêr jî Kurdên Rojava xwepêşandanek li darxistin û terora PYDê şermezar kirin.