Serxwebûna Dewleta Kurdistanê û Referandum
Em wek kurdên li diaspora û Kurdistanî yên li derveyî welat, bi munasebeta sêyemîn salvegera îlona 2017an de li başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûma bi awayekî serfiraz pêk hatibû carek din pîroz dikin.Referandûm bi biryara Merciyê Neteweyî Cenabê Mesûd Barzanî ve hate dayîn.
Viyana serxwebûnxwaza ku ji % 92,7 bi referandûma Başûrê Kurdistanê derket holê, ew ne tenê daxwaza dilê gelê me yê herêmê bû her wiha daxwaza kurdên hemû cîhanê ye.Wekî hemû neteweyan, mafê neteweya Kurd û Kurdistan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe pêkbîne. Ji derveyî îradeya neteweya Kurd û pêkhateyên olî/netewe ku li Kurdistanê dijîn, Kurdistan; bi dabeşkirina Sykes-Picot û peymana Lozanê bûye çar parçe. Ji ber daxwazên neteweya Kurd, mafê neteweyî û demokratîk, bi awayekî hovane zilm li wan hate kirin. Bi hezaran Kurd bi Enfalan, bi gazên kîmyewî, bi çekên giran û bi komkujiyên girseyî hatin qetilkirin. Hema bi tenê di van 30 salên dawî de li başûrê Kurdistanê li derdora 250 hezar kurd hatin qetilkirin.
Neteweya Kurd li başûrê Kurdistanê, li Iraqê ji bo jiyaneke hevpar û mafên netewî, demokratîk û wekhevîyê bi dest bixin, gelek qurbanî dan. Mixabin, hikumetên merkezî yên Iraqê, ji roja ku ev dewlet hatîye avakirin, bi berdewamî li dijî kurdan şer kirine da ku wan di bin zilm û zorê de bihêlin û bikin kole. Piştî ku rejîma kolonyalîst û dîktator ya BAASê hate hilweşandin, kurdan û hikumeta merkezî di warê qanûna esasî de peyman jî çêkirin; lê mixabin hêvîya kurdan a ji bo Iraqeke federal û avakirina jiyaneke hevpar, bi dek û dolabên hikumeta merkezî hatin binpê kirin. Bo nimûne, li gor maddeya 140. herêmên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin divê bi rapirsînekê ji gelê wan herêman bihata pirsîn ka ew dixwazin bi hikumeta merkezî re bijîn, an bi ser herêma Kurdistanê ve werin girêdan. Ji bo ku ev rapirsîn neyê bicîhkirin, ji sala 2006 de hikumeta merkezî, her cure sextekarî û dek û dolab anîn serê kurdan. Heta îro hîn jî ev rapirsîn nehatîye bicîh kirin. Bi peymanên pir aşkere, mafê siyasî, aborî û desthilatdarîyên dezgehên civakî yên ku dane hikumeta herêmê hemû hatine bêfonksîyonkirin û binpêkirin.
Hikumeta merkezî ya Iraqê, di warê aborî de wezîfeya xwe ya li hember Herêma Federal a Kurdistanê bi cih neanîye. Makezagon hatin binpê kirin.Li gor wan mafên neteweya Kurd û pêkhateyên li Kurdistanê ku mafên wan yê jiyanê bi makezagonê hatibû pesendkirin, wek çek li hember Kurdistanê hat bikaranîn. Mafê budçeyê hat qutkirin, muçeyê karmendên dewletê û hêza Pêşmerge hat qutkirin. Para Kurdistanê yên ji bo derman û bijîşkî hat qutkirin. Dewleta merkezî ya Iraqê xwest ku Kurdistanp bi tehdîda birçîbûnê terbîye bike. Li gor makezagon û yasayên federalî, artêşa navendî ya Iraqê berpirsiyarê parastina Kurdistanê bû. Bi êrîşên terorî yên DAÎŞ re, artêşa Iraq şer nekir, çekên xwe ji DAÎŞ re hişt û vekişîya. Hemû deverên li gor maddeya 140 ku di bin parastina Iraqê de bûn, yek bi yek ketin destê DAÎŞê û helwesta Iraqê bû sebeba komkujîyan li Kurdistanê.
Hikûmeta navendî ya Iraqê para Pêşmerge ya çekan neda: Di destpêka êrîşên DAÎŞê de ji ber tunebûna çekên giran; hêzên Pêşmerge li hember êrîşa DAÎŞê bi çekên giran bêzar ma. Alîkarîyên ku ji hêzên ewlekarî yên koalîsyona navnetewî dihatin, dewleta Iraqê dest datanî ser û para Kurdistanê û nedida. Ev jî bû sebeba ku hêzên Pêşmergeyan pir qurbanîyan bide. Bi sed hezaran kes ji ber terora DAIŞê revîyan hatin Kurdistanê. Rêveberîya herêma Kurdistanê, li gel ablokeya hikumeta Bexda, qeyrana aborî; li gor îmkanên xwe, alîkarîya 1 milyon û 800 hezar koçber û penaberên pêkhateyên cûda cûda yên netewe û olî kir û dike. Hikumeta Bexdayê di vî warî de jî wezîfeya xwe bi cîh neanîye û qet alîkarîyeke madî-mirovî neda Kurdistanê!
Kurd êdî naxwazin têkevin şerê ku ne yê wan e. Kurd êdî naxwazin li ser axa xwe biyanî bijîn. Kurd dixwazin ew xwedî biryara pêşeroja xwe û jiyana xwe bin. Kurd êdî dixwazin li welatê xwe li Kurdistanê bi pêkhateyên din yên Kurdistanê re, bi awayekî azad, demokratîk û di şertên wekhev de, bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê, Kurd di 25ê îlona 2017an de bi referandûmekê, doza azadîya xwe kirin.Bi lêpirsîna daxwaza Kurdistaneke serbixwe ji alî gelê me bi awayekî serkeftî ji % 92,7 hat hilbijartin.Em Kurdistanîyên ku li dîyasporayê dijîn, di sêyemîn salvegera vê roja pîroz de piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê ya ku di 25ê îlona 2017an hatiye encamdan dikin û disa bibîrtînin.Em li vir bang li hemû dewlet û gelên Ewropayê dikin ku piştgirîya gelên Kurdistanê bikin û alîkariya gelê me bikin ji bo referandûma serkevtî ji bo Başûrê Kurdistanê bi awayekî yasayî û kanûnî qebûl bikin.Em bang li kurdên Diaspora û Kurdistanî yên li derveyî welat û bi taybetî kurdên Diaspora û dostên kurdan dikin ku bi awayekî gelemperî û bi coş em bi hevre her sal di 25.09. an de Festivalên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Ewrupa û li Kurdistanê pêk bînin.
Kurdish Diaspora Center 25,09,2020