Referendum destpêka qonaxek qonaxa DEWLETXWAZÎYÊ ye.
Sêyemîn salvegera Referenduma
Serxwebûna Kurdistanê Pîrozbê!
Yekemîn care kû di dîroka Kurdistanê de biryara Referendumê roja 25.09.2017’ê de, li Baṣûrê Kurdistanê pêk hat.
Prosessa Referendumê, prosessek gelek bi zanayî û çêker bû. Mîmarê Referendumê, berêz Mesud Barzanî bi biryara hevbeṣ ya îradeya sîyasî ev xebata pîroz gihijand qonaxek nû di dîroka Kurdistanê de.
Encama Referendûmê de ji dengdaran 92,7% gotin ERÊ BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ. Encama Referendumê dibe berztirîn daxwaza siyasî û niştimanî di dîroka Kurdistanê de.
Bo vê çendê mafê me ye kû em bêjin, encama Referendumê destpêka qonaxek nû qonaxa DEWLETXWAZÎYÊ ye.
Referendum di heman wext de pêkanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî yên sala 1948 di derbarê mafên mirov û milletên bindest de ye.
Referendum mafê gelên Kurdistanê ye û dengekî bihêze, li dij sîyaseta dewletên dagirker yên Kurdistanê.
Di prosessa referendumê de dengê niṣtimanî û di encama referendumê de biryara niṣtimanî wê di paṣerojê de jî, her tim bandora xwe ya erênî bikê li tevaya xebata welatparêzî ya Kurdistanê.
Pîroz bê sêyemîn salvegera referenduma serxwebûna Kurdistanê.
25.09.2020
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR