Nivîsar

Şervanên Cebhet el Nusra yên swêdî

Bi şerê Sûrîyê re gelek xort ji Swêdê çûne Sûrîyê ji bo ku digel islamîyan beşdarî şer bibin. Îcar gelo sebeba ku mirov ji Swêdê berê xwe dide cenga Sûrîyê çî ye? Baweriya xurt e? Reva ji rastîyê ye yan pêdiviya nîşandana mêranî û zilamtiyê ye?
Ji bo çi dişine şer?

Şefê polîs yê li herêma Örebro Fredrik Malm dibêje, sedemeke çûna hinek ji van xortan ew e ku li vira ew xwe derveyî civatê dibînin û li tiştekî nêzîkê xwe digerin. Lê sedemeke din jî dikare ew be ku ew li mêraniya xwe digerin.

– Erê, para vê jî dikare tê de hebe: ew ên ku li mêranî, zilamtiyê digerin û bi tu rengên din wê nabînin. Belkî mirov ji welatekî reviyaye ku tarîfa mêraniyê weke şerkirin tê dîtin e û bi çûna şer ew li gor xwe vê yekê îsbat dikin.

Xwediyê van gotinan şefê polîs li herêma Örebroyê Fredrik Malm li Holanda beşdarî civîneke polîsan ya li ser ciwanên ku ji Ewrûpa diçinê Sûrîyê şer bûye.

Civîn heftiya derbasbûyî li dar ket. Polîsên ji çend welatên YE li Hollanda li hev gihan hev da ku tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin bê ciwan çima ji Ewrûpa diçine nav rêxistinên çekdar li Sûrîyê da ku şer bikin. Ew bi hev şêwirîn bê tişta ku van ciwanan han dide çî ye, çawa biryara çûyînê didin, dervemayina wan ya ji civakê, rewşa malbatî û hwd çawa ye.

Fredrik Malm radigihîne ku piraniya van ciwanan li vira xwe derveyî civakê dibînin, rayên wan yê bi jiyana wan ya rojane re zeîf in, ango dûrî rastîya di nav de ne, gelek caran ji famîlên îzolekirî, yan jî feqîr û dîskrîmînekirî tên. Lê ji bilî van rewşên civakî carna jî baweriyeke xurt ya ku mirov ji bo ”armanceke pîroz” têdikoşe bi wan re heye.

– Carna sebeba çûyîna wan ya cengê dîmenekî bedew e ku ew ê nêzîktirî ola xwe û Xwedê bibin û xizmetê ji xelkê re bikin. Piştre ew diçine jêr û bi çavên xwe dibînin ku rewş ne li gorî xeyala wan e. Û hingî dibe ku mirov wek ciwan gava vedigere bikeve halekî şaş û gêj de.

Li gor hejmarên polîs ji %10ê wan kesên ku diçine Sûrîyê şer ji welatên cuda yên Ewrûpa diçin. Wextê mirov bi welatên din re dide ber hev çûna ji Swêdê ne zêde ye. Tê texmînkirin ku derdora 70 kesî ji Swêdê çûne Sûrîyê û tevî rêxistinên nêzîkê El-Qaide bûne. Li gor zanyariyên ku polîs eşkere dike 7 kes ji van ji Örebro çûne.

Konferansa li Holanda ji aliyê saziya YE ya bi navê Tora Hişyarkirina Radîkalîzebûnê (Radikalisation Awarness Network – RAN) ve hate li dar xistin. Ji bilî polîsan, rêxistinên serbixwe û karmendên şaredariyên London, Parîs û Köpenhamnê jî beşdar bûn. Xaleke ku di konferansê de bû cîyê gotûbêjan miameleya li hemberî vegera van kesan bû û li Swêdê jî herî zêde behsa vê yekê tê kirin. Gelo gereke mîna ku Ingîltera dike ew bi gumana terorîstîyê bêne girtin?

– Babeta ku mirov jê bitirs e û li ser diaxive fikrên radîkal ku ev kes dikarin bi xwe re bînine Swêdê ne û bi şêweyekî ev dikare tehdîtek be li hemberî demokrasiya li Swêdê. Yanî ew bibine terorîstên misteqbel yên pêşerojê. Lê bi rastî heta niha tu delîl û îsbatên vê yekê jî nînin.

Bi nêrîna Fredrik Malm piştî vegera ciwanan ji Sûrîyê ya herî girîng ku gereke bê kirin hevkariya bi malbatan re ye. Gelek ciwanên ku vedigerin mala xwe, stresa posttrawmatîk û şokên rûhî bi wan re çêdibin. Tedawî û piştgiriya rûhî dikare ji wan re pêwist be.

– Ji bo ku mirov bikaribe piştre tedawiyeke serkeftî bike, divê hîna berya vegera zaroyan xebata ji bo tedawiyê dest pê kiribe. Qanîkirina kesekî ku bi reza xwe çûbe nav şerekî dikare zehmet be. Xeter heye ku ew careke din jî biçe û piraniya caran em dereng bi vêya dihesin. Lewra eger berya wê mirov bi malbatê re amadekariyek kiribe dema ku ciwan vegeriyan mirov hazir e û dizane çawa tevbigere.

BESIR KAVAK/Zeyale
[email protected]

Back to top button