Civak

D.X.B alîkariya 4000 zarokên sêwî kir

Li dirêjahiya projeyên xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(D.X.B) bi mebesta xizmetkirina zarokên Herêma Kurdistanê, projeya çavdêriya azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mûçeya çar heyvî li ser 4000 zarokên azîz de dabeşkir.

Projeya çavdêriya azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya helmeta dabeşkirina hevkariyan li ser zarokên sêwî (bêbav), mûçeya çar heyvî ya bi dawî anîna sala derbasbûyî li ser 4000 zarokên sêwî yên li bajarên Hewlêr, Dihok, Germiyan û Silêmanî dabeşkir, ku ev helmet qonaxa duyema Kurdistane û ji aliyê dewlemend, kesayetî û xêrxwazên navxweya Herêma Kurdistanê taybete bi himbêzkirina zarokan.

Helmeta dabeşkirinê li gor bernameyekî rêkûpêk birêveçû û naveroka wê bi vî awayî bû: Li bajarê Hewlêr 1240 azîz û li Dihok 864 azîz û li Germiyan 795 azîz û li bajarê Silêmanî jî 1100 zarokên sêwî ji wergirtina mûçeya çar heyvî sûdmendbûn ku ji bo her azîzek (200$)ê Amerîkî hatibû terxan kirin, ku hemû zarok ji qonaxa duyema vê projeyê de sûdmendbûn ku ji 4000 zarokan pêkhatibû.

Di derbarê çawayiya dabeşkirina hevkariyan, Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Bi bernameyekî ku taybete bi çawayiya dabeşkirina mûçeya azîzan (zarokên sêwî) li rêya projeya çavdêriya azîzan ve tê encamdan û têda hejmareke zêdeyê karsaz û xêrxwaz û kesayetiyên navxweyî yê Herêma Kurdistanê têda beşdarî kirine û zarokan himbêz kiriye, awayê dabeşkirina mûçeya azîzan jî li gor wê bernameyê hatiye danîn her çar heyvan carek mûçeyê wan tê dabeş kirin û ji bo her azîzek (200$) dolar hatiye terxankirin.

Back to top button