Polîtîk

Siyasetmedar fêrî Kurdî dibin

Li gor nûçeyeke rojnameya Radikala Tirkî Maşallah Dekak Nûnerê Diyarbekir ya televizyona Rudaw ragihandiye ku piştî zêdebûna televizyonên Kurdî siyasetmedarên Kurd jî neçar mane ku fêrî Kurdî bibin û bi Kurdî daxuyaniyan bidin.

Her wiha Dekak wiha daye zanîn:“Êdî Diyarbekir jî hingî Enqere rojevê diyar dike, ji bo wê yekê jî me li navendê nûnertiya xwe vekir. Peywendiyên aborî, siyasî û civakiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye li asteke gelek bilind daye. Berê siyasetmedar fêr bûbûn ku bi tenê bi zimanê Tirkî daxuyaniyan bidin, lê belê piştî ku li Herêmê televizyonên Kurdî zêdebûn, niha jî êdî bi Kurdî daxuyaniyan didin. 

Dekak berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Gelek siyasetmedar jî didin zanîn û dibêjin bi hewldanên we em jî Kurdî ya xwe pêş dixin. Berî hun daxuyaniyek ji me wergirin, em jî pêşwext li ser wê daxuyaniya Kurdî dixebitîn. Her wiha gelek birêveber jî ferhenga Kurdî xistine berîka xwe û digerin. Nûçegihaniya Kurdî dilxweşiyek dide me û reng daye rojnamevaniya me. 

 

 

Back to top button