Mistefa: Herêma Kurdistanê îtîrafê bi kantonên Rojavayê Kurdistanê nake
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê miamelê digel kantonên rojavayê Kurdistanê nake û îtîrafê bi tu biryarên yekterefî jî nake.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li dor pêkanîn û avakirina Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê, ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatine ragihandin ,ji Tora Mediyayê a Rudawê re got:
– Herêma Kurdsitanê, derbarê kantonên rojavayê Kurdistanê, biryar da ku piştgiriya her biryarekê dê bike ku hemû alî û grûpên kurdî li ser kom bin, lê ew weke herêma Kurdistanê mamele ligel ti biryareke yekalî nake.
Mistefa got jî ku, hewlêsta Herêma Kurdistanê zelal e û ew wek welatên Ewropayê mamele ligel wê pirsê dike, lewma apêwîst nake ti aliyek muzadeya siyasî (bazarê siyasî li ser vê pirsê) bike


