Sersaxiya Baregeha Barzanî ji bo Xalid Kemal Derwîş
Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Xalid Kemal Ehmed Derwîş kir û sersaxî li malbatê kir.
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Xalid Kemal Derwîş roja 7ê Adarê li Almanya di temenê 55 saliyê de koça dawî kir.
Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Sûriye (Xalid Kemal Ehmed Derwêş) gihîşt me.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Xalid Kemal Ehmed Derwêş û hevalên wî yên li Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Sûriye dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)