Cîhan

340 Elewî ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî ve hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand ku, li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê 340  Elewî bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Li peravên Sûriyeyê aloziyeke mezin heye. Roja Pêncşemî 6ê Adara 2025an jî, li Laziqiyê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta nû ya Sûriyê û alîgirên rêjîma berê ya Esed de derketin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan radigihînê ku, li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê di şer aloziyê navbera hêzên ewlehiyê û paşmayên rêjîma Esed de, 340 kes hatin kuştin, piraniya bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yên rêveberiya nû ya Sûriyeyê hatin kuştin.

Piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û hêzên ewlehiyê de, rayedaran li bajarên peravê Tertûs û Laziqiyê qedexeya derketina derve ragihandin.

Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehemd Şera got, divê paşmahîyên rejîma Esed çekên xwe radest bikin. Kî tawanan li dijî xelkê bike, û yê ku bixwaze ewlehî û aştiya sivîl têk bide, emê wan bînin ber dadgeheke dadperwerane.

Tekez kir jî: “Em ê berdewam bin li ser sînorkirina çekan di destê dewletê de û em ti çekên bê kontrol li Sûriyeyê nahêlin.”

Back to top button