Serokwezîrê Tirkiyeyê peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Kurdistanê re dişîne

Binalî Yildirim SerokwezîrêTirkiyeyê, roja 05.04.2018ê bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û sersaxî jê re xwest.Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim, tevî xwestina sersaxiyê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re, hevxemî û hevderdiya xwe jî, ji ber wefata neliwext ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan da û xwe bi hevxem û hevkovanê wan zanî û ji Xwedayê mezin hêvî xwest ku xwedêjêrazî bi rehma xwe bi beheştê şad bike.Yildirim hêvî xwest ev wefata xemgîn kovana dawiyê ya malbata Berzanî be û Xweda sebirê bi wan bide.Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê di vê dema dijwar de, sipasiya Binalî Yildirim Serokwezîrê Tirkiyeyê kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: