Zalmay Xalîlzade Balyozê berê yê Amerîkayê li Îraq û Neteweyên Yekgirtî, bi boneya wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, peyameke sersaxiyê da Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.Xelîlzade di peyama xwe ya sersaxiyê de xwe bi hevderd û hevxemê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî dizane û ji Xwedayê mezin hêvî dike ev kovana dawiyê ya wî û malabata wî ya birêz be û xwedêjêrazî bi Beheşta xwe şad bike.