
Bi navê Xwedayê mezin û dilovanEz spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî hemû hevwelatiyên xweştiviyên Kurdistanê, aliyên siyasiyên Kurdistan û Îraqê, konsul û nûnerên welatan, kesayetiyên olî, nûnerê pêkhateyên neteweyî û olî, rêxistinên civakî û medenî, kesayetiyên siyasî, civakî, çandî, akademî û werzîşî, fermandar û hêzên qehremanên Pêşmerge, Asayîş û polis, berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û katagoriyên Herêma Kurdistan, Iraq û hemû kurdistaniyên azîz li her çar parçe û derveyî welat dikim ku, zehmetê kêşan û beşdarî di tazî û merasima sersaxiyê ya xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî de kirin û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me sivik kir. Li vir, ez bi pêwîst dizanim spasî wan hemû birêzên derve û navxweya Kurdistan û Iraqê û serkirde û berpirs û kesayetiyê welatan bikim ku bi rêya telefon û biruske û peyamên sersaxiyê yan bi her awayekî be karîn di xema me da hevpar bin. Hûrmeta min ji wî hemû xelkê re heye yên ji rêyên nêzîk û dûr hatibûn û zehmet kêşay û beşdarî xema me bûn. Ez, bi taybetî, sipasiya malbat û kesukarên şehîdan û enfalkiriyan dikim ku hevxemiya xwe ji bo me derbirîn. Hevsozî û hevbeşiya xelkê azîzê Kurdistanê, di xem, tazî û sersaxiyê da ji bo me herdem cihê rêz û teqdîrê û cihê şanaziya me ye. Spasiya hevwelatiyên xweştiviyê bajarokê Selaheddînê dikim ku di van çend rojan da tehemula zehmetî û qelebalixiyê kirin û mîhvandariya xelkê kirin. Her wiha spasî erk û keda hêzên asayîş û polîsan dikim ku erkê rêxistina trafîkê û asayîşê li ser milê wan bû. Ez hêvîdar im hemû alî ji êş û nexweşiyan dûr bin û xwedayê mezin xêra we hemûyan binivîse û dilovaniya Xwedê li miriyên hemû aliyan be. Mesûd Barzanî 05.04.2018