Civak

Serokwezîrê Îtalyayê destê Qadafî maç kir

Hefteya bihurî,li Libyayê bajarê Sirte civîna Yekitiya Ereban çêbû. Ji bilî Ereban ji ewropa tenê Serokwezîrê Îtalya Silvio Berlusconi di vê civînê de amade bû. Libya ji destpêka qernê 20-ê koloniya Îtalya bû. Ji bo vê jî gelek pêwendiyên taybetî di nav van herdu welatan de hene. Bi hewldanên Silvio Berlusconi pêwendiyên Libya û Îtalya kûrtir bûn.

Dema Silvio Berlusconi gihat Lîbya Qadafî pêşwazî lê kir. Silvio Berlusconi ji bo germiya dostaniya xwe bide nîşandan destê Qadafî maç kir. Ev yek li Îtalya bû sedemê nexweşîyekî li dijê Silvio Berlusconi.

 

Back to top button