Polîtîk

Barzanî pêşwazî li seroka partiya Kesk kir

   
Di dîdarekê de serok Barzanî, xanima Kilawdiya Ros weke dosteke gelek nêzîka gelê kurd wesif kir û got ku wê di qonaxên dijwar de hevkar û alîkara xelkê Kurdistanû bû.

Serok Barzanî ji şandeya mêvan re bi kurtî behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, têkeliyên herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re, encamên hilbijartina parlamentoya Îraqê û pêkanîna hevpeymaniya ji bo avakirina hikûmeta nû a Îraqê kir.

Xatûn Kilawdiya Ros seroka partiya Kask a almanî li hember serdana bo herêma Kurdistanê dkêfxweşiya xwe nîşan de û ew pêşketinên li herêma Kurdistanê di hemû waran de çêbûne bilind nirxandin.

Her du aliyan di dîdareê de têkeliyên navbera Almaniay û herêma Kurdistanê û çewaniya pêxistina wan têkeliyan û rola patiya Kesk di alîkariya xelkê Kurdistanê minaqeş kirin. Di vê çarçoveyê de serokê herêma Kurdistanê ew warên ku Almaniya dikare alîkariya xelkê Kurdistanê bike destnîşan kirin û got;” Me biryra avakirina zanîngeha Helebceyê daye û Almaniya dikare di vî warî de alîkariye bike.”

Back to top button