Polîtîk
Balyoza Trikiyeyê vegeriya Swêdê
Stockholm – Balyoza Tirkiye ya Swed Zergun Koruturk vegera ser karê xwe. Piştî pejirandina qirkirina Ermeniyan ji teref parlementoya Swed ve, Tirkiye bangî balyoza xwe ya Swed kirîbû. Eve demeke li Tirkiyebû. Koruturk doh vegeriya Swedê. Ji berî sefera xwe li firokxaneya Esenboga ya Enqere konferansek rojnemevanî çêkir û sedemê vegera xwe ji medya Tirkire da xuyakirin.
Balyoza Tirkiye li Swed got: “ Çewe hatina min ya Tirkiye biryarek siyesî bû, vegera min ya Swed jî biryarek siyasiye“ Herweha Koruturk da kifşkirin ku, serokwezîrê Swed bi rêya telefonê dijê vê biryara parlementoyê helwesta xwe ji serokwezîrê Tirkiye re da kifşkirin û doza lê borîne kir. Ev bû sedemenk bingehîn ji bo biryara vegera min.