Polîtîk

Guhertinên desturê hat parlementoyê

Enqere – Guhertinên di destûra bingehîn ya Tirkiye de hatîn kirin, îro dikeve di rojeva parlementoyê de. Ak-Partî îro paketa guhertinê dibe parlementoyê. Wek tê zanîn CHP û MHP dijê van guhertinane û ji bo ev paket ji parlementoyê derbas nebe gelek hewl didin. Herweha BDP jî pişgiriya guhertinan nake. Helwesta BDP di vî warî de ne gelekî zelale. Lê li gora daxuyaniyên ji Qandîl û Îmralî tên, BDP pişgiriya van guhertinan nake.

Di guhertinan de nezikî 26 xal hene, yek ji wan xala ewe ku hêdî rêya dadgehkirinê li leşkeran vedibe û ya herî girîng general jî dikarin bêne mehkemekirin.

Back to top button