Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî li Tehranê beşdarî cejna navnetewî ya Newrozê bû
Newroza ku roja 27.03.2010 bi şêweyekî nevnetewî hate pîrozkirin, gelek kesayetiyên cuda ji seranserê cîhanê amade bûn.
Ev cara yekemîne ku cejna navnetewî ya Newrozê tê pîrozkirin.
Nûnertiya şanda Kurdî ji bo Newrozî Celal Talabanî û Nêçîrvan Barzanî kirin.
Her wiha ji Afganistanê serokomar Karzayî û ji Tirkiyê jî cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek amade bûn.
Di axaftina xwe ji bo cejna Newrozê Talabanî bal kişande ser wateya wê ji bo Kurdan.
(Avesta)