Teqîn: 3 leşker mirin

Hakarî – Eve demeke leşker sewqiyatek mezin ber bi herêmên tixûbê Kurdistana Başûr ve çêdikin. Li vê deverê operasyonên berfireh tên kirin û herweha li hinek deverên Kurdistana Başûr dibin armanca topbarana Tirkan.

Îro li Hakkarî li navça Çelê, di dema operasyonê de mayinek teqiya û di encama teqînê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: