Cîhan

Serokwezîrê Îtaliyayê dê serdana Hewlêrê bike

Serokwezîrê Îtaliyayê dê serdana herêma Kurdisdtanê bike û li ser rewşa herêma Kurdistan û Îraq tê de derbas dibe digel mezine berpirsên herêma Kurdistanê bicive.

Li gor ajansa nûçeyan Rueter sibê roja çarşemiyê 20.08.204ê Matîyo Rêntsî serokwezîrê Îtaliyayê bi serdaneke fermî dê bigehe Hewlêrê û dê digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê bicive.

Li gor ajansa nûçeyan armanc ji vê serdana serokwezîrê Îtaliyayê pirçekkirina hêzên pêşmegeyê Kurdistanê û pêşkeşkirina alîkariyên mirovî bo Koçberan e.

 

Weke tê zanîn Îtaliya yek ji wan welatên ewropî ye ku, dixwaze çek û cebilxane bide pêşmergeyê Kurdistanê. Niha parlamentoya wî welatî minaqeşeya mekanîzma pirçekirina hêzên pêşmergeyê Kurtdistanê ji bona şerê li dijî terorîstên DAÎŞê dike.

Back to top button