Parlamenterên Goran yên YNKê rexne dikin
Endamekê parlamentoya Kurdistanê ser bi lîsteya Tevgera Goranê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) rexne dike û dibêje ku, endamên parlamnetoya Kurdistanê yên ser bi lîsteya YNKê ve her yek ji ber xwe xeber dide û daxuyaniyên bê esas dide. Elî Mihemed Salih di daxyaniyeke xwe de bersiva daxuyaniya Azad Goran endamê parlamentoya Kurdistanê ser bi YNKê ve ku, gotibû Goran û PDK naxwazin civîna awerte ya parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa Şinaglê bê sazkirin, dide û bi piropagenya siyasî bi nav dike. Elî Mihemed dibêje ku, serokatiya parlamentoyê komîteyên taybet bi pêşmerge, navxwe, mafê mirov, darayî û nezahe erikdar kirin ku, raportên xwe li ser pirsa Şingalê û koçberên wê deverê amade bikin, ji be rku, eger civîna awerte bê sazkirin divê dosiyeyek li ber destê civînê hebe û nuha ew komîteya raporên xwe heta roja pênceşmiyê timam dikin û heftiay bê parlamento dicive. Ew perlamenterê Kurdistanê dibêje ku, endamên YNKê her yek ji ber xwe daxuyaniyan dide û bi hev du re naşêwirin.