Bildt: Heta dawiyê Swêd û YE amadeye hevkariya Kurdistanê bike
Îro sêşem 19.08.2014 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Swêdê birêz Carl Bildt û şandekî li gel kir ku ji hejmarek parlementerên Yekîtiya Ewrûpa pêkhatibûn.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Swêdê balkişand li ser wê yekê ku li gel şandekî komîsyona hevkariya miroyî ya Yekîtiya Ewrûpa ya ji bo piştevanîkirina Kurdistanê hatine û tekez li ser palpiştiya siyasî û mirovî ya welatê xwe û Yekîtiya Ewrûpa ji bo Kurdistanê ya li rûbirûna dijî bi terorîstan kir.
Wezîrê Derveyê Swêdê ji bo hevkarî û alîkarîkirina sedan hezar koçberan û parastina jiyana wan ji tehdîda terorîstan spas û destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir. Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li wê yekê kir ku Yekîtiya Ewrûpa amadeye bi berdewamî heta dawî hatina qeyrana penaberan û tehdîda terorîstan hevkar û piştevanê Hikûmeta Herêmê bê û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku girîngtirîn xala ji aliyê wan ve ewe parastina jiyana koçberan û dabînkirina pêdiviyên wan yê jiyanê ye.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Swêdê û şanda li gel kir û serdana wan ya Kurdistanê bi hêvî bexş wesif kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistanli rewşa niha da pêwîstî bi hevkarî û yarmetîdana dostan heye û eve jî ji bo şanda mîhvan xisterû ku gelê Kurdistanê rûbirûyê dewletekî terorîstî ya pirçek bûye ku pabendî hîç cûre biha û prensîpek nîne.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî di derbarê hewandin û yarmetîdana koçberan de got: “Em yarmetîdana koçberan bi erkekî nîştimanî û mirovî ya xwe dizanîn û cihê şanaziyê ye ku me kariye wê hejmara zêde biparêzîn û di derbarê vê pirsê de jî Serok Barzanî daxwaz li şanda mîhvan kir ku hana civaka navdewletî bidin alîkarî û hevkariyên xwe ji bo koçberan zêdetir bikin ji ber ku ev hejmara zêdeya koçber û penaberan li derveyê şiyana Hikumeta Herêma Kurdistane û tekez jî li wê yekê kir, pêwîste civaka navdewletî û beramber bi van koçberan hemû aliyek hest berpirsiyariyê bikin û yarmetiya wan bidin ku vegerin cihên xwe.
Her li vê kombûnê da bi hurî behsa metirsî û tehdîdên terorîstan û tawan û dirindeyiyên wan ya dijî bi Êzîdî û Mesîhiyan û xelkê Kurdistanê kir û her dû alî hevrebûn ku teror diyardeyekî navdewletiye û metirsî li ser navçe û hemû cîhane û divê bi ciddî bîr li wê yekê bê kirin rêgirî li wan bê kirin.
Mijareke dinê civînê de behsa proseya siyasiya Iraqê kirin û Wezîrê Derveyê Swêdê balkişand li ser wê yekê ku welatê wan û Yekîtiya Ewrûpa hana aliyên siyasiyên Iraqê dide ku Hikumetekî giştgîr bi beşdariya hemû aliyan bê pêkanîn bo ku bikarin rûbirûyê qeyranan û tehdîda terorê bibin.
Wezîrê Derveyê Swêdê tekez li wê yekê kir ku Kurd li proseya siyasiya Iraqê dengekî xwe yê bilind û bihadar hebûye û daxwaz kir li qonaxa niha de jî beşdariya xwe ya çalak hebê.
Serok Barzanî di derbarê proseya siyasiya Iraqê û damezrandina Hikumeta nû bi derfetekî baş û derfeta dawî zanî bo ku kêşeyên kurên Iraqê çareser bibê, û eve jî dûpat kir ku nabê armanc tenê dirustkirina Hikûmetê be, belku pêwîste nehcekî nû hebê û şaşiyên berê dûbare nekin, eger heman reftar û şaşiyên berê bêne dûbare kirin û qeyran û girift kûrtir û berfirehtir dibin.
Peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Swêdê beşekî dinê vê hevdîtinê bû û Wezîrê Derveyê Swêdê balkişand li ser rola çalaka revenda Kurdî ya li welatê wan da li jiyana civakî û siyasî û bi pira di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê wesif kir.
Serok Barzanî pêşwaziyê li bi hêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Swêdê kir û spasiya dewlet û gelê Swêdê jî kir ku li demên teng da xelkê me li xwe girt.