Civak

Hin alî dixwazin pêvajoyê provake bikin

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê “pêvajoya aştiyê“ Beşîr Atalay di bernameyek ya kanala televizyona NTV de daxuyaniyên balkêş dan. pAtalay di derbarê bûyera Licê û danîna heykelê Mahsun Korkmaz de got: Danîna vî heykelî provakasyoneke li dijê pêvajoyê. Vê dema ku em gavên pêş tavêjin û li gel Îmralî havdîrinan dikin, ev bûyer provakasyoneke. Wek din di derbarê pêvajoyê de Atalay got: Niha MIT li Îmralî Ocalan dibîne, em û HDPê jî ji bo pêvajoyê hevdîtina dikin. Lê dê ji hir pêde hinek aliyên din jî ji hukumetê tevlî hevditinan bibin. Ez bi xwe dixwazim heyeta ku ji bo hevdîtinan bête avakirin, herê Qandîlê jî hevdîtina bike. Atalay di berdewamiya axavtina xwe de got: Hinek aliyên siyasî û beşek ji medyayê û taybetî medya girêdayê Cemaetê propagandeyek xirab ji bo têkdana pêvajoyê dikin. Hinek bûyerên çêdibe gelek bi awayên cuda radigihînin. Nabê kesek ji bo têkdana pêvajoyê provakasyona bike.

Back to top button