Aştî û şer

Hêz bi xwezayî di nêv mirovan da heye. Mirov wekî ko dema tî/têhn dibe avê vedixwe an jî dema ko birçî dibe xwarinê dixwe, ji berê jî dema dixwestin pirsgirêkan çareser bikin li hev dixistin. Li destpêka jiyanê her gav şer û li hev xistin dibe ko derbikeve holê. Çavê hinekan bikeve tiştên xelkê, normal e ko şer derbikeve û ew jî dibe sedema pirsgirêkên mezin.

Ji ber wan tiştan mirovan biryar dane ko rêzîkan/qaîdeyan çêbikin. Ji bo ko hêza mirovan nebe rêvebirê her tiştan. Divê rêzik jî berjewendîyên herkesan têxe nava xwe.
Ji bo jiyaneka xweştir, rêzikên ko mirov hildibijêre “qanûn” an jî “hiqûq” e.

Heke ji bo kirinekê heqê mirovan hebe ew tê wê maneyê ko civatê ji wê kirinê re destûr daye û ti rêzikan ew kirin qedexe nekiriye.

Gelo mirovên bihêz yê çawa guhê bidin qaîdeyan?
Kesên bihêz herdem dikarin hêza xwe bikar bînin ji bo pêkanîna daxwazên xwe. Ti kes nikare hêza kesekê/î jê bistine. Ji ber wê divê hêzeka welê hebe ko ji hemî hêzan bihêztir bibe, da ko hemî kes guhê xwe bidin qaîdeyan.

Ji xwe aşitî jî bi wê hêzê tê pêkanîn. Mirov dema ko dest ji bikaranîna hêzên xwezayî berde û hêzên ji ya wan xurttir qebûl bike wê demê aşitî pêk tê. Navê wê hêza xurt “hêzên ewlekarîyê” ye.

Mirov qaîdeyan, qanûnan û hiquqek pêk tînin, ji bo ko millet guhê xwe bidin qanûnan jî hêzên ewlekarîyê pêk tînin. Êdî mirov piştî wan tiştan ji bo aşitîyê dest ji şerê xwezayîyê berdidin. Mirov ji jiyana seretayî derbasî sîstema hiquqê dibin. Ew guhortinek mezin e. Li cihê hêz êdî hiquq heye, li cihê “qanûna herî bihêz” êdî qanûn heye.

Bi xêra qanûnan mirov civatan pêk tînin û kom bi kom tên cem hev û dewletan çêdikin.
Dewlet: axeka welê ye ko, li ser wê însan dijîn, sinorên wê dîyar in û hemî kes guhê didineynî qanûnê.

Jiyana civakê, jiyana gelek mirovan ya bi hev re ye, naskirina qaîdeyan û civakê û qebûl kirina wan e.
-Gelo aşitî xwezayî ye?

Heke demekê dirêj şer nebe mirov herdem di nêv aşitîyê de bijî, dialime aştiyê û xwezayî dibîne. Mesela li Rojavayê Ewropayê de mirovên ciwan (ji 50 salê bicûktir) qet şer nedîtine. Herdem di nêv aşitîyê de bûne. Ji ber wê aşitî ji wan re wekî tişteka xwezayî tê. Gelek kes îhtîmal nadin ko rojek aşitî biqede.

Lêbelê ji bo ko aşitî bidome û bê parastin divê mirov bizane ko aşitî ne tişteka xwezayîye. Ew mijarekê pir muhîm e. Lê ji ber çi nizanim em herdem wê tiştê ji bîr dikin…
Dema ko em wê tiştê bi rastî jî ji bîr bikin em ji xwezayîya aşitîyê re ji dil bawerî bînin wê demê em ê avakirina wê jî ji bîr bikin û îhtîmalê destpê kirina şer yê derkeve holê.

Lê bes şer herdem ne xerab e, ji bo dewletan normal e.

Heke du dewletên cîran ji bo axê şer bikin tişteka nenormal tûne ye. Di nêv dewletan de dibe ko hêz jî bê bikaranîn. Dema mirov xwedîyê cihekê bibe helbet ew ê wî cihê xwe jî biparêze. Ji ber wê yê sînorên xwe bihêz bikin û çekan çêkin, leşker û artêşan ji bo şerî amade bikin.

Lê bes şer gav bi gav dijwartir û talûkedar dibin. Ji berê di şerî de an gund dihatin şewitandin an jî bajar dihatin xerab kirin. Helbet însan jî dihatin kuştin lê ne bi hezaran însan bûn. Îro êdî xesara şeran ne bihesab e. Niho di destê însanan de çekên welê talûkedar hene ko di carekê de dikarin dewletekê xerab bikin, bi mîlyonan însanan bikujin. Ew qasê bihêz in.

Divê mirov qedrê aşitîyê bigre û wê biparêze di nêv netewa xwe de.

Gul Demîrdag

Î[email protected]

Nerîna min :