Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt doh serdana Kurdistanê kir. Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Bild û heyeta pêre kir. Gelek berpirsên Yekitiya Ewropa di heyeta wezîrê Swêdî de cih digirtan. Carl Bild behsa rewşa Kurdistanê û di vê derbarê de behsa helwesta welatê xwe û Yekitiya Ewropa kir û got: Armanca serdana we ewe ku, em peyama xwe bighînin hemû aliyekî ku di vê rewşê de em piştîvanê Herêma Kurdistanê ne.’‘ Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî da zanîn ku hatina şanda Swêdî bo Kurdistanê peyameke rast dighîne gelê Kurdistanê ku di rojên wiha de ne bi tenê ye. Barzanî bal kişand ser şerê Hêzên Pêşmerge ligel çekdarên DAİŞ’ê û got: ‘’Herêma Kurdistanê li ser pûçkirin û şikandina terorîstan pêdagir e. Niha pêdiviya Herêma Kurdistanê bi çek û kelûpelên leşkerî yên modern heye daku bikaribe baştir rûbirûyê terorê bibe.’‘ Barzanî bibîrxist ku rewşa însanî ya penaber û koçberan gelekî dijwar e û wiha pêde çû: ‘’Tişa heyî karesateke însanî ye, loma çavê Herêma Kurdistanê li alîkariya navdewletî ye daku bikaribe wek pêwist hevkariya koçber û derbideran bike.’‘ Barzanî herwiha tekez kir ku dê hikûmeta Kurdistanê hemû pêkhateyên neteweyî û olî biparêze û alîkariya wan bike. Di dawî de herdu aliyan hêvî kir ku ğroseya siyasî li İraqê bikeve ser rêya xwe ya rast û pêkanîna kabîneya nû bibe destpêka qonaxeke nû ya siyasî li İraqê ku hemû alî têde beşdar bibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: