Polîtîk

Serokwezîr dîplomasiyek bi hêz rêve dibe

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê derve yê Libnanê Cubran Basîl û şanda pêre kir, û di wê hevdîtinê de Basîl serdana xwe wek nîşana piştgîrî û piştevaniya ligel Herêma Kurdistanê da zanîn.
 
Serokwezîrê Kurdistanê da xuyakirin ku pêwîste guhertin bi temamî li ser awayê hikumraniyê li Iraqê bê kirin û pirsên siyasî bên çareserkirin, da ku piroseya siyasî li Iraqê berdewam bibe, û tekez kir ku dê Kurdistan beşdariyê di proseya siyasî ya Iraqê de bike û danûstandin û giftûgo dest pê dikin.
 Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultûrê pêkvejiyan û lêbordinê dike, ku bi hezaran sale li Kurdistanê heye û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê pabende bi parastina wî kultûrî û tişta ku ji destê wê bê dê bike.

Serokwezîr û balyozê Fransa

Heman rojê de serokwezîr pêşwazî li Donî Goyêr balyozê Frensa li Iraqê kir, û di wê hevdîtinê de Goyêr keyfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan diyar kir û dûpat kir ku welatê wî ji bo rûbirûbûna terorê piştgîriya Herêma Kurdistanê dike.
 
Herwiha balyozê Frensa li Iraqê amaje bi peywendiyên navbera Serok Barzanî û Serok Holand da, û ragihand ku Frensa bi temamî piştgîriya Herêma Kurdistanê dike li dijî DAIŞê.

Serokwezîr û Rorî Stiyoart

Wek din Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê komîteya berevaniya li parlamentoya Brîtanya Rorî Stiyoart kir ku li ser daxwaza serokwezîrê Brîtanya derdana Herêma Kurdistanê kiribû.
 
Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku tenê Herêma Kurdistanê nikare bi hewara koçbera ve biçe, ku ev 7 mehin Bexda budceya Kurdistanê neşandiye û hikûmeta Bexdayê tu alîkarî nedaye wan, tewra divê civaka navdewletî bi hewara wan ve bê  û hevkariya hikûmeta Kurdistanê jî bikin.

Back to top button