Norwêç wê alîkarîkirina Kurdistanê de berdewam be

Îro dûşem 18/08/2014 birêz Børge Brende Wezîrê Derveyê Norwêç li rêya telefonê ve peywendiyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li peywendiyê da Wezîrê Derveyê Norwêç palpiştiya Hikûmet û gelê Norwêçê ji bo gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan da ragihand û pîrozbahiya serkeftinê li hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya li ser terorîstan de li Serok Barzanî kir, bi wê yekê ku hêzên Pêşmerge rê nedan terorîstan pêşrewî bikin û şiyana wan têkşikandin.

Her wiha ragihand, hêvîdarîn ewê cenabê we û Herêma Kurdistanê li berengarbûna Da’îş da kiriye bibê destpêka dawî anîn û têkşikandina terorîstan li navçe û cîhanê da. Li dirêjahiya peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Norwêç hevsoziya xwe beramber êşa wan hemû hemwelatiyan de nîşanda ku ji tirsa tehdîdên terorîstan da koçber bûne û mal û halê xwe bi cîh hiştine û xwe spartine Herêma Kurdistanê.

Li beramber da Serok Barzanî spasî helwesta Hikûmeta Norwêçê kir û ragihand, gelê Kurdistanê bi serbilindiyê ve li şûna cîhana azad şerê dewletekî terorîstî dike ku çekên her dû artêşên Iraq û Suriye ketiye destê wan û got: Serbilindîn bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê û Pêşmerge karîne canê zêdetirê yek milyon û nîv koçberan biparêze.

Li beşekî dinê peywendiya telefoniyê da Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, em li ser parastina biha û prensîpên demokrasî û lêborînî û pêkvejiyanê sûrîn.

Li dawiya peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Norwêçê ragihand wekî hengavekî praktîkî heftiya bê serdana Herêma Kurdistanê dike û dûpata wê yekê kir ku Norwêç li alîkariya mirovî de berdewam dibe û Hikûmeta wan wê yekê dinirxîne ku çawa em van hevkarî û piştevaniyan berfireh bikin.

Nêrînek

  1. Derek her Kurdekî welatparêz ji bo alîkariyê Kurden meyên Ezidin ra xebateke bimesîne. Wekî min henik nûce wergirtiye ji erîsa ew cektarên îslami ISID cend hezar Kurden meyên Ezidi xwa gêhandina bakûre Kurdistan'ê û gele me bakûre Kurdistan'ê û saredariyên Kurd lê herema Kurdistan'ê dê deste wanda cê wara alîkariyê dikine. Le mixabin AKP ew xebate namesîne û hûkumet jî alikariye ji sere neqaba Filistin û Israil'ên da Filistin'ê yêk hatine Tirkiye hûkumet û cepên Tirkiye jên ra alîkariyê dikêne, le mixabin jê bo Kurden meyên Ezidi ran yêk xwe gêhandine Tirkiye û herema bakûre Kurdistan'ê hûkumet û cepên Tirkiye tû alîkariyê nakine. Ji bo we jî bê îcaza we ez dixwazim pirsiyareke bikim; Kurden meyên di naw AKP da siyasete dimesînin derek jê bo ve pirsiyareke jê hûkumeta Tirkiye bikin û ma bejin; Hûn alikariyê Filistine dikine cima alikariye Kurden meyên Ezidi nakine. Ew pirsa min insanen di naw BDP da siyasete dimesîni jî me ji cepên Tirkiyên ran jî bikin, ji bo kî cepên Tirkiyên jî qet alîkariye Kurden meyên Ezidi nekirine le mixabin alîkariye Filistin'ê dikine.\r\nYa davîyên ez dixwazim bejim, ew Kurden meyên Ezidi teqrîben 400 hezar hatina herema Duhok, Zaxo, Selahattin û Hewler'ê. Her cêqes alîkariye nawnetevî hebe jî jiyana Kurden meyên Ezidi lê ew herema Kurdistan'ê da gelek di tengasiyê daye, derek her Kurdekî welatparêz destê Wan da cê wara me alîkariye bikiên.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: