Lubnan ji bo parastina mesihiyan spasî Kurdistanê kir
Îro dûşem 18.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cubran Basîl Wezîrê Derveyê Lubnanê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Lubnanê ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û silavên gelê Lubnanê û Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû welatan ya li warên cûda cûda de kirin û ji bo hewandin û parastina wan hemwelatiyên Mesîhiyên ku li encama êrîşa terorîstan xwe spartine Kurdistanê spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê jî kir.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên gelê Kurdistan û Lubnanê pêşwaziyê li berfirehbûna peywendiyên di navbera Kurdistan û Lubnanê kir.
Her li vê hevdîtinê de tehdîdên terorê ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û rêyên rûbirûbûna van tehdîdan hate guftûgokirin. Li vê kombûnê da rewşa koçber û penaberan hate nirxandin û li ber çavgirtina wê hejmara zêdeya ku hatine Herêma Kurdistanê her dû alî tekez li wê yekê kir ku pêwîste civaka navdewletî palpiştiyekî zêdetir li Herêma Kurdistanê bike û Hikûmeta Iraqê jî bi berpirsiyariya xwe beranber hemwelatiyan û penaberan pabend bê û hêsankariyê ji bo yarmetîdan û alîkarîkirina penaberan bixe rû.
Di derbarê parastin û yarmetîdana xuşk û birayên Mesîhiyan Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve hewla ewe daye ku yarmetiya wan bike û wan biparêze û daxwaz jî kir ku bîra bi cîh hiştina ax û welatê xwe nekin ji ber ku tehdîda teror demkiye û terorîst têkdişkên û eve jî xiste rû ku gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve yan em hemû pêkve dimrîn yan pêkve bi azadî li ser axa xwe dijîn. Serok Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêmê jî ragihand ku dergeha xwebexşînê ji bo xuşk û birayên Mesîhiyan veke bo ku şan bi şanî Pêşmerge parêzgeriyê li welat bikin.