Serokwezîr û serokê Parastinê yekgirtina asayîşê nirxand
Îro li li dîwana serokatiya civata wezîran Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê pêşwazî li Mesrûr Barzanî serokê ajansa Parastimaê herêma Kurdistanê kir û li dor rewşa herêma Kurdistanê û Îraqê civînek saz kir.
Di civînê de pêşhatên siyasî û emnî yên Îraqê û herêma Kurdistanê û xebatên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê minaqeşe kir. Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku pêwîste beşadariya kurdan di hikûmeta nû a Îraqê de beşdariyeke rasteqîne be û li gor destûrê mafên xelkê Kurdistanê bên parastin.
Li dor danûstandinên di navbera lîsteyên di hilbijartinan de serketîn, her du aliyan tekîdî li ser beşdariya hemû lîsteyên serketî û pêkhatên sereke yên Îraqê di hikûmeta nû de kir.
Mijareke din a civîna navbera serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê ajansa Parastina herêma Kurdistanê yekgirtina saziyên asayîşa herêma Kurdistanê bû, da ku bikarin zêdetir emniyet herêma Kurdistanê û hevwelatiyan biparêzin.