Cîhan

Piştî Lufthansa Turkish Airlines jî difire Hewlêrê

Duhî 25.04.2010ê Şîrketa balafiran Lufthansa a almanî (Deutsche Lufthansa AG), piştî 20 salan ji dabirînê,  yekemîn sefera esamnî ji Frankfurt bo Hewlêrê dest pê kir, û  bi awayekî serketî balefira Lufthansa li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî  a nû rênişt. Dê heftîyê çar cara, rojên sêşemî, pêncşemî, şemî û yekşemiyê geştên esmanî di navbera Frankfut û Hewlêrê de berdewam bin.

Şirketa balafiran a Rojhilata Navîn  (MEA) dê roja 04.05.2010ê dest bi geştên esmanî di navbera Beyrut û Hewlêrê dest pê ke  û dê ew jî di heftiyekê de îar rojan getên esamnî bo herêma Kurdistanê bike.

Şirketa balafiran a Îtîhad dê roja 01.06.2010ê ji Ebu Dabî bo Hewlêrê dest bi geştên esmanî bike û di heftiyê de du rojan, sêşemî û yekşemiyê geştên xwe bi Hewlêrê bike.

Şirketa balafiran ya Tirkiyeyê ( Turkish Airlines) dê roja 10.06.2010ê ji Istanbul bo Hewlêrê dest bi geştên esmanê bike û dibe ku di heftiyê de heft geştan bike û bi buhayekî maqûl.

Weke tê zanîn piştî firokexaneya nû a Hewlêrê bê vekirin ku tê çaverê kirin dê meha gulanê de vî vekirin dê geştên esmanî di navbera welatên Ewropayê û Herêma Kurdistanê de gelek berfireh biibn.

Back to top button