Polîtîk

Ji konferensa jinan pêşniyara konferensa netweî

Ji “Konferansa Jinên Kurd” ku bi beşdariya 150 delegeyên jin ên ji Herêma Federal a Kurdistan, Îran, Suriye, Ewropa û Amerîkayê pêk hat de, pêşniyara “Konferansa Neteweyî ya Kurd” derket.

Encamnameya “Konferansa Jinên Kurd” ku bi beşdariya 150 jinan li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê di 24-25’ê nîsanê de pêk hat, bi civîneke çapameniyê hate aşkerakirin.

Encamnameya ku bi zaravayên kurmancî û soranî û bi tirkî hatibû nivîsandin, ji aliyê parlamentera berê ya DEP’ê Leyla Zana ve hate xwendin. Zana, diyar kir ku di konferansê de pirsgirêkên kurdan ên siyasî, civakî, polîtîkayên dewletan ên li ser înkar û redkirina nasnameya kurdan hatiye nirxandin û wiha got:

“Pirsgirêkên ku jinên kurd pê re rû bi rû ne, şiklên cudahiyên piralî, perspektîf û rêbazên wan ên têkoşînê, parvekirina tecrûbeyan, bidestxistina piştgiriya neteweyiya demokratîk de rêbazên jinan bi awayeke berfireh hatin nîqaşkirin.” Zana, destnîşan kir ku piştî nîqaşên dûvedirêj gihiştine encamên girîng û encamên ji konferansê derketin wiha rêz kir:

– Konferansa me bi taybetî li hemberî polîtîkayên red û înkarkirina çand û nasnameya kurdan û bi giştî jî li hemberî hemû çand, nasname û olên ku hebûna wan tên înkarkirin, tunehesibandin û bi her awayî bi cudaxwaziyê re rû bi rû dimînin, xwe wekî riya armanca têkoşînê dibîne,

– Ji bo qadên ku hemû nasname û çand bên cem hev û şert û mercên wekhev ên civaka azad biafirînin, bangewaziya neteweyeke demokratîk, welatekî demokratîk û perspektifa makeqanûneke demokratîk dike,

– Li deverên ku asîmîlasyona li ser çand û zimanê kurdî didome, têkoşîneke hevpar esas digre.

 – Ji xeynî ku jinê weke cînsek bibîne û jê re çînek biafirîne na, rola pêşengiya wekî parçeyeke neteweya azad, wekhev û adîl didê,

– Li ku dibe bila bibe, hemû cureyên tundiyê yên li hemberî jinê, yên wekî berdêl, zewaca bi zorê, firehjinî, sinetkirina jinê, ferzkirina xwekuştinê, şîdeta zayendî, kuştinên li ser navê namûsê, şîdeta nav malê, recm, şîdeta dewletê, wekî sûcên mirovahiyê dihesibîne û li dijî vê têkoşîneke hevpar nîşan dide,

– Nêrîna tekparêz û ya zayenda civakiya dewletî ya ku rê li pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî vedike, ji bo çareseriya van, esasa Xweseriya Demokratîk a Herêmî hedef digre,

– Ji dûrî mêrê serdest û jina kole disekine, bi rêxistinbûyîna jinê ya xweser, ramana wê ya xweser û ji bo hêza çalakî afirandinê qadên alternatîf hedef dike,

– Şerê ku ji feraseta mîlîtarîst û mêrî diqewime, li hemberî çanda şîdetê û li hember zimanê şerxwaziyê derdike û ji bo afirandina çanda aştiyeke bi rûmet tevgerên aştiyê yên jinan hedef dike,

– Ji ber ku ji bo pêşeroja me di nava kurdan de aştiyeke navxweşî û yekîtiya neteweyî biafire, jin vê yekê wekî ferz dibînin û di vê hişmendî û berpirsyariyê de, rola pêşengiyê hildigrin û ji ber vê hindê dê teqes destûrê nedin şerê biratiyê,

– Konferansa me darvekirinê wekî sûcê mirovahiyê qebûl dike û ji bo piştevaniya kesên ku li benda darvekirinê ne bangewaziyê dike. Her wiha ji bo aqûbeta Zeynep Celaliyan û Şirîn Alemî yên ku di zindanên Îranê de hatine windakirin, li hemberî dewleta Îranê têkve nava hewldanên acîl, biryar girtinê îlan dike,

– Li hemberî bêstatubûn û bênasnamebûna ku li ser kurdên Sûriyeyê her diçe giran dibe, bi awayekî acîl dê banga çalakiyan bike û her wiha ji bo têkoşîna wan roleke aktîf bilîze,

– Di serî de ji bo azadiya girtiyên jin ên li Tirkiyeyê û hemû jinên ku têkoşîna demokratîk didin, dê bi wan re di nava piştevaniyê de bin,

– Wekî berdewamiya vê konferansê, li Herêma Federal a Kurdistana Iraqê biryara konferansa duyemîn digre.

– Konferansa me ji bo ku hemû pirsgirêkên me yên hevpar re çareseriyê bibîne, di nava baweriyekê de, vexwendina ji bo kombûna Konferansa Neteweyî ya Kurd a Demokratîk dike,

– Ji bo ku ji vir û şûnde ji bo berdewamî û xurtkirina xebatên me “Komeke Hewldanê” ya ku ji 17 kesan pêk tê, îlan dike.

 

md AKnews

Back to top button