Polîtîk

Li Hewlêr konferansa dezgehên sivîl

Hewlêr – Li gora nûçeya Kurdistan Tv. Duh li Hewlêra paytextê Kurdistanê, saziyên civaka medenî konferansek sazkirin. 80 dezgehên sivîl di vê konferansê de amade bûn. Konferans bi diruşma “ Konferansek tevahî  ji bo hemûya“ civîya.

Di konferansê de ji hemû parezgehên Kurdistanê dezgehên sivîl amade bûn.Bi tevahî rewşa Kurdistanê ya siyasî û civakî hate gengeşekirin. Piranî li ser proje û qanûnên hukumeta herêma Kurdistanê, di derbarê kar  û çelakiyên saziyên civaka medenî amade kirîn hate sekinandin.

Civîn û çelakiyên saziyên siyasî li Kurdistanê dibe sedemen bingehîn ji bo cihkirina demokrasiyê û herweha ev cureyên çelakiyan rolê dezgehên sivîl di civatê de bilind dike.

Back to top button